Türkan Tosun
06 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2020
Li 7 bajarên mezin ên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê piştî qedexeya derketina derva ya ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) kuçe û kolan xalî man.
Li seranserê welêt qedexeya derketina derva di 4ê çileya pêşîn di saet 21.00î da dest pê kir ku ewê di 7ê çileya pêşîn di saet 05.00î da dawî bibe.
Ji ber vê qedexeyê li Erzirom, Erzingan, Qers, Tuncelî, Agirî, Erdexan û Îdirê meydan, kuçe û kolan ji însanan xalî man.
Polês li kolanên mezin di serî da gelek cihên bajêr kontrol dikin ku ka welatî guh didin qedexeyê an na.