Türkan Tosun
06 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2020
Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê piştî qedexeya derketina derva ya bi telîmata Wezareta Karên Navxweyî va roja înê di saet 21.00î da dest pê kir, kuçe û kolan xalî man.
Li Wanê polês li kuçe û kolanan sekinîne gel kontrol dikin ku ka ew guh didin tevdîrên ji bo vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hatine hildan.
Li Kolanên Cumhuriyet û Kazim Karabekir ên herî mezin ên Wanê û Meydana Beşyolê polêsan ceza dan hin welatiyên guh nedane qedexeyê.
- Bidlîs
Li Bidlisê piştî qedexeya derketina derva bajêr bêdeng ma.
Li kolan û kuçeyan polêsan bang kir ku gel bila ji malên xwe denekeve.
Ji ber qedexeyê kuçe ji însanan xalî man.
- Mûş
Li Mûşê jî gel guh da qedexeya derketina derva.
Piştî qedexeyê dest pê kir kolanên Îstasyon û Ataturkê bêdeng man.
Polês li kuçeyan û cihên din ên bajêr kontrol dikin.
- Hekarî
Li Hekariyê jî piştî qedexeya derketina derva kuçe û kolan xalî man.
Polês li bajêr kontrol dikin.