Cüneyt Çelik,İlhami Erkılıç,Günay Nuh,Abdullah Söylemez
21 Mijdar 2022•Rojanekirin: 22 Mijdar 2022
Li Erzirom, Qers, Erdexan û Agiriyê serma tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li Erziroma ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da pileyek hat pîvan, ji ber sir û seqemê camên wesayîtan cemed girt û hin rê qerimîn.
Li deverên bakur ên bajêr jî li hin cihan mij çêbû.
- Qers
Li Qersê piştî barîna berfê ya çend roj berê sir û seqemê tesîra xwe nîşan da.
Li bajarê ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 4,5 pile hat pîvan, camên wesayîtan qeşa girt, qiraviyê avêt dar û nebatan.
Hin ajokaran ji ber seqemê wesayîtên xwe bi cilikan nixumandin.

- Erdexan
Li Erdexana ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 4 pile hat pîvan jî sir û serma tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Ji ber sermayê camên wesayîtan qeşa girt, qiraviyê avêt nebatan.
- Agirî
Li Agiriyê jî sir û serma bi tesîr e.
LI bajarê ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 2,5 pile hat pîvan, li hin deveran erd qerimî.
Li ser rêbejayê li bajêr ji ber mija zêde ajokaran zehmetî kişand. Ji ber kêmbûna mesafeya dîtinê, ajokaran farên wesayîtan vêxistin û wisa hewl dan ku pêşiya xwe bibînin.
Hin welatiyan jî camên wesayîtên xwe ên qeşagirtî verotin û paqij kirin.