Kemal Özdemir
21 Mijdar 2022•Rojanekirin: 29 Mijdar 2022
Li Erzinganê koçerên ku biharê tevî birên xwe yên pez derketin zozanên raqim 3 hezarî, bi ketina sir û sermayê ra, dan ser rêya dagêrê û berê xwe dan herêmên germ.
Koçerên ku piştî rêwîtiyeke dijwar a ku bi rojan dewam dike, digihîjin merayan û li van deran konan vedigirin û ji bo demekê radiwestin.
Koçer di erdnîgariya asê û dijwar da di heman demê da hewl didin ku hifza xwe û ya heywanên xwe ji heywanên dirinde yên çolê bikin û piştî rêwîtiyeke dirêj digihîjin gundên xwe yên ku dê zivistana xwe lê derbas bikin.
Koçer bi firotina şîr û berhemên şîr ên li zozanan digirin va debara xwe dikin.

Haydar Muhammediyê ji şivanên li herêmê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, şert û mercên hewayê roj bi roj girantir dibin û lewma wan dest bi dagêrê kir.
Muhammedi bal kişand ku li mera û zozanan ew di konan da dijîn, hewa sar bû û li ciyên bilind barîna berfê dest pê kir û wiha dewam kir:
"Serma û berf li me giran tê. Ji ber ku em li serê çiya ne. Bi rastî karê em dikin ne hêsan e. Biharê em derdikevin zozanan û gava berf dibare jî em cardin vedigerin havîngehên xwe."

Muhammedi diyar kir ku ew hewl didin hem xwe û hem jî pezê xwe ji heywanên dirinde yên wekî beraz, gur û hirçan biparêzin.
Serokê Yekîtiya Heywandarên Mih û Bizinên Kel a Erzinganê Îbrahîm Karakuş jî diyar kir, bi ketina sermayê ra dagêra heywandarên li zozanan dest pê kir ku heywanên xwe ji zozanan ber bi germiyanê dibin.
Karakuş destnîşan kirî heywandarên li deverê, penêrê eyar ê Erzinganê yê li Tirkiye û dinyayê bûye marqe hildiberînin.