Muhammet Mutaf
26 Adar 2023•Rojanekirin: 27 Adar 2023
Li 5 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê şilope û berf dê bibare.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat hildan, li Erzirom, Erzincan, Erdexan, Qers û Agiriyê tê payîn ku hewa ewrayî be û bi navber baran, li deverên bilind şilope û berf, li Îdir û Tunceliyê jî bi navber baran û tavî teyrok bibare.
Li gor texmînê germa hewayê wê li gor şertên demsalê be û cî bi cî jê zêdetir be.
Bişev germa herî kêm li Erzincanê 2, li Erzirom, Qers û Agiriyê 4, li Erdexan û Tunceliyê 5 û li Îdirê 8 pile hat pîvan.
Nava rojê germa herî zêde li Îdirê 21, li Qers û Agiriyê 14, li Tunceliyê 13, li Erdexanê 12 û li Erzirom û Erzincanê 11 pile tê payîn.
Li herêmê cihên bilind qalindahiya berfê li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê 114, li Navenda Xweşiqitandinê ya Ergana Erzincanê 75, li Palandokena 2yem 38 santêm hat pîvan.
Ji ber ku li herêmê li ber pal ê berpalan talûkeya rabûna şepeyê heye, welatî hatin hişyarkirin.