İlhami Erkılıç
26 Adar 2023•Rojanekirin: 26 Adar 2023
Dolmeya qedayîfê ya Erziromê ya ku bi îşareta erdnigariyê va hatiye tescîlkirin sifreyên fitarê dixemilîne.
Ev şêraniya li mal, xwaringeh û şêranîfiroşan tê çêkirin di meha remezanê da eleqeyeke mezin dibîne.
Hostayên pispor vê şêraniyê çêdikin û ji bilî bajêr difroşin bajarên din jî.
Ewil qedayîf tê birîn, gûz dikeve hundirê wê û wek şiklê dolmeyê tê pêçan. Paşê wê dixin nav hêkên çelqiyayî û sor dikin, şerbeta sar li ser digerînin.
- Di remezanê da zêdetir tê xwarin
Akin Açarê hosteyê 30 salan e ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku di hema remezanê da çêkirin û firotina qedayîfê zêdetir e û ji ber vê ew jî zêde dixebitin.
Açar got gelê bajêr li mala xwe çêdike, lê yên dervayî bajêr siparişan didin û wiha axivî: "Yên tên bajêr miheqeq dikirin û dibin. Hinek jî li ser înternetê û telefonê sipariş didin û em jî bi kargoyê ji wan ra dişînin."
Hoste Fatîh Şahîn jî got gelek şeranî hene, lê di remezanê da zêdetir qedayîf tê xwarin.
Şahîn wiha axivî: "Qedayîf şêraniya meha remezanê ye, lê rojên din jî tê xwarin. Bi taybetî ji dervayî bajêr tê kirîn. Çiqas ji destê me tê em hewl didin pê ra bigîhînin."