İsmail Hakkı Demir
29 Nîsan 2021•Rojanekirin: 29 Nîsan 2021
Hat ragihandin li bendê ne ku li Erzirom, Qers, Erzincan, Erdexan, Agirî û Îdirê baran bibare.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meterorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewravî be, danê nîvro li Erzirom, Qers, Erzincan, Erdexan, Agirî û Îdirê şiliyê bibare.
Li herêmê germahiya hewayê ew ê ji ya demsalê zêdetir be, dibe ku car caran bayê guj rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Qersê 4, li Erdexanê 5, li Agiriyê 6, li Erziromê 9, li Erzincanê 12 û li Îdirê 14 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Îdirê 29, li Erzincanê 27, li Agiriyê 24, li Erziromê 21, li Qersê 22, li Erdexanê 20 pile be.