Sidar Can Eren
29 Nîsan 2021•Rojanekirin: 30 Nîsan 2021
Li Çemîşgezeka navçeya Tunceliyê xerdelan kulîlk vekir û zeviyên ceh û genim qîçik û zer bûn.
Navçeya di nav çiyayên Munzur, Hel, Yilan û Sulbusê da hatiye avakirin bi hatina biharê ra bi rengên kulîlkan xemilî.
Çemîşgezeka bi floraya dewlemend, jiyana kovî, cureyên biyolojîk va balê dikişîne hewa êdî germ bû xerdel kulîlk vedikin.
Kulîlkên her sal li Payamduzî û Akçapinara gundên navçeyê di mehên nîsan û gulanê da vedikin bi xweşikahiyên xwe va herêmê rengîn dikin û ziyaretvan eleqeyê nîşanî vê didin.
Ziyaretvanên ji bo gerên rojane tên herêmê di nav kulîlkan da dema xwe derbas dikin û wêneyan dikişînin.