Haydar Şahin
01 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2019
DIYARBAKIR
Li Diyarbekir, Sêrt û Mêrdînê dergûşên ewil ên sala 2019an hatin dinyayê.
Li Diyarbekirê “Nisanur”a qîza Ebru û Huseyin Bal bû dergûşa ewil a sala 2019an.

Ebru Bal di saet 00.05an da li Nexweşxaneya Welidandin û Nexweşiyên Jiyanan a Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê welidî û keçikeke 3 kîlo û 200 qiramî anî dinyayê.
Ebru û Huseyin Bal navê qîza xwe danîn "Nîsanur".
Ebru Bala dayik got ji ber ku bi dergûşa xwe kete sala teze zehf bextewar e.
- Sêrt
Li Sêrtê "Mehfuz"ê kurê Semra û Abdulhekîm Evîz bû dergûşê ewil ê sala 2019an.
Semra Evîz di saet 00.01ê da li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê welidî û kurekî 3 kîlo û 100 qiramî anî dinyayê.

Semra û Abdulhekîm Evîz navê kurê xwe danîn "Mehfuz". Midûrê Tenduristiya Bajêr Erol Emre Omur malbat ziyaret kir û diyarî da malbatê.
- Mêrdîn
Li Mêrdînê "Nîlay"a qîza Behice û Abdurrahim Ceylan bû dergûşa ewil a sala 2019an.
Behîce Ceylanê di saet 00.06an da qîzikeke 3 kîloyî anî dinyayê.

Abdurrahim Ceylanê bavê Nîlayê got ku zaroka wan mizgîniya sala teze ye û wiha axivî: "Înşellah her kes bibe bav. Em zehf bextewar in."
Behîce Ceylanê jî got Xwedê zarokan bide her kesî û wiha pê da çû: "Du kurên min hebûn, nika ji min ra qîzek çêbû. Ez zehf bextewar im."