Günay Nuh,Hilmi Tunahan Karakaya,Abdullah Söylemez
05 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2022
Li Erzirom, Erdexan û Agiriyê tesîra hewaya sar dewam dike.
Li Erziromê piştî berfa ku duh êvarê dem demî barî paceyên wesayîtan, rê û peyarêyan qeşa girt.
Hin welatiyan betanî avêtin ser wesayîtên xwe ku ew qeşa negrin.
- Erdexan
Li Erdexanê berfa ku duh êvarê barî şev jî dewam kir.
Piştî berfê rê û peyarêyan qeşa girt.
Tîmên şaderariyê û rêbejayê berf paqij kirin û xoy reşandin.
- Agirî
Li Agiriyê jî ji ber serma û hişkiyê serê sibê mij çêbû.
Li bajêr çem û robar qerisîn.
Paceyên wesayîtan û malan qeşa girt, hin welatiyan betanî avêtin ser wesayîtên xwe da ku qeşa negrin.