Mesut Varol,Hakan Sarı,Şener Toktaş
05 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2022
Li Wan û Bidlîsê ji ber şertên neyînî yên hewayê rêya 296 cîwaran hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê, ji ber berf û bagerê rêya 287 cîwaran hat girtin.
Ji bo vekirina rêyan, ekîb 3 roj in dixebitin. Her wisa li navenda bajêr jî berfa li ser rê û peyarêyan hat paqijkirin.
Li navçeya Ozalpê ya ku sir û seqem bi bandor e, ekîbên şaredariyê şembelîkên bi baniyan va daliqîne, şikênandin.
- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Umît Kurtkan diyar kir ku li tevahiya Bidlîsê rêya 9 gundan girtî ye û xebatên vekirina rêyan jî didomin.
Ekîbên şaredariyê jî berfa li ser kuçe û kolanan paqij dikin.
Ciyên bilind ên bajêr ên di bin berfê da dîmenên sipehî derxistin holê.
-Li Erdexan û Erzincanê rêya 91 gundî ji ber berfê hat girtin
Li Erdexan û Erzincanê ji ber berf û pûkê rêya 91 gundî ji çûn û hatinê ra hat girtin.
Li Posofa navçeya Erdexanê ji ber berf û pûka zêde rêya 53 gundan hat girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên gundan ên girtî ne hewl didin.
- Erzingan
Li bajarê Erzinganê jî ji ber berfa bi tesîr di çûn û hatina li deverên bilind da zehmetî çêdibe.
Ji ber rewşa hewayê li navenda bajêr rêya 5 gundan, li Çayirliyê rêya 6 gundan, li Tercanê rêya 3 gundan, li Uzumluyê rêya 6 gundan, li Refahiyeyê rêya 3 gundan, li Kemahê rêya 6 gundan, li Kemaliyeyê rêya 6 gundan û li Îliçê jî rêya 3 gundan bi tevahî rêya 38 gundan ji ber berfê hatiye girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.