Müslüm Etgü
19 Tebax 2025•Rojanekirin: 21 Tebax 2025
Li Şanliurfaya ku yek ji bajarên Tirkiyeyê yên ku germahiya hewayê lê herî zêde ye, termomêtroyan 47 pile nîşan da.
Li bajêr kelekela germê bandoreke nebaş li jiyanê dike.
Termomêtroyan li Kolana Ataturkê 47 pile nîşan da.
Hin welatî çûn li dora Gola Masiyan, parkan û binê daran ku hênik bibin.
Ji ber germahiyê li hin herêman aramî û bêdengî heye.
Ji welatiyan Alî Yavuz got ew ji ber germê nikarin li malê bimînin, ji ber vê li parkê û di binê daran da dema xwe derbas dikin.