Müslüm Etgü
12 Tebax 2023•Rojanekirin: 14 Tebax 2023
Li Şanliurfaya ku termometre 42 pileyê nîşan didin û kelegerm wisa zêde bûye ku mirov difetise.
Li bajêr bandora neyinî ya hewaya germ berdewam e.
Li bajarê ku termometre 42 pileyê nîşan didin hin welatî li cihên şînahî yên li derûdora Gola Masiyan wextê xwe derbas dikin.
Hin zarok jî xwe di hewzên biçûk ên xemlê da hênik dikin.
Di vê navberê da Walîtiya Şanliurayê hişyarî da ku dê pêla hewaya germ heta 20ê tebaxê berdewam bike û xwest ku welatî baldar bin.