ŞANLIURFA
Li Şanliûrfayê ji ber hewaya germ welatî pir aciz in.
Li gor agahiya ku ji Midûriyeta Herêma Meteorolojiyê hatin standin, germahayiya hewayê li bajar gihişt 45 pîleyan. Welatî ji bo xwe hênik bikin ji malan derdikevin û di mizgeft, park û baxçeyan de bêhna xwe didin.
Germahiya hewayê li Şanliûrfayê gelek zêde ye. Welatî heta ku mecbûr nebin di saetên nava rojê de dernakevin derve. Gelek welatî jî piştî nimêja nîvro li mizgeftên biklîma dimînin û xwe hênik dikin. Hin welatî jî di nav hêşînahiya li park û baxçeyên derdora Gola bi Masî ya Xelîl Îbrahîm de rûdinên, sohbet dikin û hîn ji wan jî vedizelin û bêhna xwe didin.
Bi taybetî jî li çolê germahiya hewayê bi şev jî pir zêde ye û welatî ji ber vê jî yan li serê xaniyên xwe û yan jî li ser textan radizên.
Li bajêr zarok jî ji ber hewaya germ li gor hemû hişyariyan dîsa jî dikevin erxên avê û xwe wisa hênik dikin.