Hüseyin Demirci
10 Nîsan 2021•Rojanekirin: 14 Nîsan 2021
Li Sariqamîşa navçeya Qersê ya zivistanê wê gelekî li ber xwe dide berf dihele û tebîet hêşin dibe.
Li navçeya dora wê bi daristanê hatiye pêçan bi germbûna hewayê va erd reş dibe û bihar êdî xanê dike.
Li Sariqamîşa navçeya Qersê ya zivistanê wê gelekî li ber xwe dide berf dihele û tebîet hêşin dibe. ( Hüseyin Demirci - Anadolu Agency )
Li çil û çiyayê navçeyê berfînên mor û sipî vekirin, şirşirneg bi ava berfê va gur bûn. Hirçên li herêmê ji xwe ra li xurekê digerin, çivîkên koçber jî tebîeta zînde dibe rengîn dikin.
Turhan Koçaşê wênekêşê tebîetê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber ku navçe bilind e bihar dereng tê.
Koçaş destnîşan kir ku li herêmê tebîet êdî hêşin dibe û wiha pê da çû: "Xêncî vê jiyana beyanî jî hişyar bû. Di nav rojê da hirç, rovî û heywanên din yên çolê digerin. Çivîkên koçber dest bi hatinê kirin, dar û çêre kulîlk vedikin. Tebîet êdî tê ser hemdê xwe, em jî van rojan dinirxînin."