Emre Ilıkan
11 Nîsan 2021•Rojanekirin: 11 Nîsan 2021
Li Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariyê baran û tavî û teyrok tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrsayî û ewrayî be, bi navber baran wê bibare û tavî û teyrok wê çêbibe.
Li gor texmînê li herêmê germa hewayê wê di navbera 2 û 4 pilyan da kêm bibe.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Mûşê 16, li Wanê 15, li Bidlîs û Hekariyê 11 pile tê payîn.
Ji ber ku li ber pal û berpalan talûkeya şepeyê, ji ber ku ji ber bagerê jî talûkeya jehrîketina ji xaza sobeyê û ji ber talûkeya ketina daran, ketina baniyan divê welatî baldar û bitevdîr bin.