Türkan Tosun
09 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2020
Li gundên li ser Sasona navçeya Batmanê cihên bilind berf barî û dîmenên xweş derketin holê.
Li navçeyê li gundên der û dora Çiyayê Meretoyê ji ber berfê dîmenên xweş derketin holê.
Wênekêş Tarhan Îrtemê ji Batmanê hat Sasonê ku wêneyan bikşîne wiha got: "Di meha mijdarê û çileya pêşîn da, di payîzê da Sason reng rengî bûye. Berfa ku li cihê bilind bariye va dîmen xweştir bûne. Ez wênekêşan vedixwînim li vit bila bên wêneyan bikşînin."