Haydar Şahin
22 Hezîran 2019•Rojanekirin: 24 Hezîran 2019
Midûriyeta Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê ya Şirnexê 2 hezar kewên gozel ên koka wan li ber qelandinê ye berî çolê da.
2 hezar kewên gozel ên ji ji Îstasyona Zêdekirina Kewên Gozel a Meletiyê ya Midûriyeta Herêma 15an a Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê anîn li tanga Çiyayê Sipî yê Îdilê berî çolê dan.
Mehmet Aktaşê Waliyê Şirnexê, Tuxgeneral Selçuk Yildirimê Fermandarê Cendirmeyên Bajêr, Safer Sagê Qaymeqamê Îdilê û Midûrê Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê û rayedar beşdarî çalakiyê bûn.
Orhan Kalayê Midûrê Şaxê yê Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê di çalakiyê da axivî û diyar kir ku gelê herêmê got ku koka kewên gozel li ber qelandinê ye û alîkarî xwest wan jî biryar da ku populasyona kewên gozel zêde bikin û ji bo wê jî ev xebata meşandin.

Kalay wiha axivî: "Wekî Midûriyeta Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê ji bo zêdekirina populasyona kewên gozel em ê di nav 3 salan da kewan berî çolê bidin. Me ji sala par vir da qedexeya nêçîrê îlan kir. Em ê sala pêşiya xwe jî kewên gozel berê çolê bidin, hêviya me ew e ku hejmara wan zêde bibe."
Kalay destnîşan kir ku ji meha sibatê vir da qedexeya nêçîrê di rewacê da ye, ji meha tebaxê pê va ew ê ji bo 7 mehan nêçîrê serbest bikin.
Kalay diyar kir ku ekîbên Kontrol û Parastina Nêçîrê yên girêdayî midûriyetê û cendirme kontrolên xwe yên rutîn dikin û wiha pê da çû: "Em di kontrolên xwe da dema nêçîrvanên bêdestûr bibînin li gor Qanûna Nêçîra Bejayê ya bi hejmara 4915an li wan ceza dibirin. Ji welatiyan daxwaza me ew e ku bira bi tenê di sezona nêçîrê da derkevin nêçîrê. Di demên din da heywan hêk dikin û kurk rûdinin ku zêde bibin. Dibê di van deman da dernekevin nêçîrê ku li tebîetê kêm nebin."
Piştî axaftinê 2 hezar kewên gozel berî çolê dan.