Ayhan Babat
22 Îlon 2024•Rojanekirin: 25 Îlon 2024
Li Uludereya navçeya Şirnexê "Mihrîcana Tiriyê Behdînî" hat kirin.
Qaymeqamû Uludereyê Bekîr Yemîşlî di çalakiya ku li gundê Yemîşliyê hat lidarxistin da got ku tirî ji bo aboriya herêmên û çandiniyê piştgiriyeke mezin dide.
Yalçin diyar kir ku divê piştgiriyê bidin hilberînerên herêmî û got ku "Tiriyê Behdînî ne tenê bi tama xwe di heman demê da ji ber ku çavkaniya debara gelê herêmê ye jî derdikeve pêş. Gelek malbatên li aliyên gundewar ên Şirnexê dijîn debara xwe bi vê tiriyê dikin."
Midûrê Daristan û Çandiniyê yê Bajêr Oktay Sezgîn jî behs kir ku tiriyê Behdînî yê ku li herêmê ser sînor ji hêla cotkaran va tê çandin bi rêbazên rezvaniya ededî li eraziyên berpal tên çandin.
Sezgîn got ku "Ji bo tirî serlêdanên îşareta coxrafî hat kirin, em plan dikin ku di demek nêz da bersiveke erênî hildin.Tirî berhemeke çandinî ye ku li herêmê çavkaniya debarê ye." û da zanîn ku bi navbeynkariya wezaretê xebatên piştgiriya bo cotkaran dewam dikin.
Ji hilberînerên tirî Sadik Cevîz jî got ku ji ber şertên neyinî yên hewayê li gor salên borî ber û bereket kêmtir e û tê payîn ku rekolteya tirî 1500 kîlogram be.
Cevîz behs kir ku tiriyan parekende difroşin ji yê zêde dimîne jî dims çêdikin.