Mehmet Sıddık Kaya,Mehmet Tura
22 Îlon 2024•Rojanekirin: 23 Îlon 2024
Li Diyarbekirê barana gur û zîpikê tengasî da kişandin.
Li bajêr bi navber baran barî, piştî nîvro tavî û teyrok çêbû û zîpik barî.
Piştî barana gur û zîpika ku ji nişkêva barî li ser hin kuçe û kolanan av golî bû.
Li ser Kolana Kişlayê ya li Taxa Kooperatiflera navçeya navend a Yenîşehirê av golî bû û wesayîtan tengasî kişand.
Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê daxuyanî dabû û gotibû ku li bakurê Gazîanteb û Şanliurfayê, li derdora Diyarbekir, Adiyeman, Meletî, Tuncelî û Elezîzê heta nîvê şevê barana gur û tavî-teyrok tê payîn, bira welatî seba lehî, birûsk, bager û zîpik baldar û bitevdîr bin.