İbrahim Atmaca
20 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2017
ŞIRNAK
Sê karkerên ku li Şirnexê di çêkirina rê da dixebitîn, piştî ku di êrişa terorîstên PKKî da hatin kuştin, xeyalên xwe li paş xwe hiştin.
Terorîstan di 2yê tîrmehê da li ser rêya Şirnex û Wanê û di 3yê tîrmehê da li Uludereya navçeya Şirnexê êriş birin ser karkerên rê û di êrişan da 5 karker birîndar bûn û Hasan Îkeyê 17 salî, Muzbah Cengizê 19 salî û Selman Kulteyê 23 salî hatin kuştin.
Hat gotin ku ji xebatkaran Hasan Îke dixwast bibe endezyarê makîneyê, Muzbah Cengiz jî plana zewacê dikir.
Roja ku terorîstan êrişa ewil kir, Huseyîn Îkeyê bavê 7 zarokan bi kurê xwe yê Hasan Îkeyê ku pola 2yemîn a lîseyê dixwand va ji malê derket ku biçin kar, lê bi cenazeyê kurê xwe va vegeriya mala xwe.
Îke ji nûçegihanê AAyê ra qala wê roja êrişê kir.
Îke got ku ew ji bo debara mala xwe di çêkirina rê da dixebite û ji ber ku dibistan ketine betlaneyê, Hesenê kurê wî jî xwest bixebite.
Îke wiha axivî: "Kurê min got 'Bavo ez dixwazim bixebitim, ji xwe ra pere berhev bikim'. Min nexwest ku were. 1ê mehê hat, roja din ev bûyer qewimî." Îke diyar kir, wî makîneya kar dixebitand, kurê wî jî makîne rûn dikir û lê dinihêrî.
Îke diyar kir ku kurê wî girêdayî mal û malbata xwe bû û wiha dewam kir:
"Ez tu rojî ji wî aciz nebûm. Ew melekek bû, Xwedê emanetê xwe ji me stand. Ez nizanim ez ê çi bibêjim. Timî digot ku ez dixwazim bibim endezyarê makîneyê. Min jê ra digot 'Bibe bijîşk, endezyar, hiqûqnas'. Wî digot 'Na bavo xeyala min ev e'. Hewesa wî li ser makîneyên kar hebû. Min nedixwast bixebite, min dixwast bixwîne."
Îhsan Cengizê birayê Muzbag Cengiz jî got ku ew 9 xwîşk û bira ne û ew û 3 birayên xwe li Enqereyê di karên înşaatê da dixebitin.
Cengiz bertek nîşanî terorê da û wiha got: "Birayê min xeyal dikir ku bixebite, pere berhev bike, ji leşkeriyê vegere û bizewice."