Mehmet Niyazi Deniz,Recep Çelik
23 Îlon 2023•Rojanekirin: 24 Îlon 2023
Li Eruha navçeya Sêrtê, Ahmet Sevîlgen (21) gava li çolê heywanên xwe diçêrand ji ber êrîşa hirçê birîndar bû.
Ahmet Sevîlgenê li herêma çiyê ya gundê Dîkbogazê heywanên xwe diçêrand, ji ber ku kûçik diewtin diçe ciyê ku kûçik lê ne.
Ahmet Sevîlgen rastî hirçekê tê û hirç êrîşî wî dike.
Piştî kûçik jî êrîşî hirçê dikin Ahmet Sevîlgen ji hirçê difilite û ji ber pencikên hirçê birîndar dibe.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristiyê Ahmet Sevîlgen rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Eruhê.
Ahmet Sevîlgenê rakirin nexweşxaneyê piştî midaxeleya ewil şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê û rewşa wî jî ber bi başiyê va diçe.
Ahmet Sevîlgen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Gava reviyam hirçê bi lingê min girt. Min piyê xwe filitand îcar bi destê min girt. Di pey ra kûçik bi ser da çûn. Min parî xwe li hev şaş kir û tirsiyam. Şikir ez jê xilas bûm."