Fırat Taşdemir
25 Îlon 2023•Rojanekirin: 27 Îlon 2023
Rojbûna pêxemberê Îslamê ku weke Roja Mewlûdê tê binavkirin dê îro were îdrakkirin.
Roja Mewlûdê ku li gorî salnameya heyvê ya hicrî dikeve 12ê Rebîulewwelê, di nava civaka Îslamê de weke nîşaneyeke evîna pêxember bi sedên sala ye tê pîrozkirin.
Peyva "mewlûdê" ku di ferhengê tê wateya rojbûnê, di nava çanda Îslamê de bi taybet ji bo pênasekirina rojbûna Pêxemberê Îslamê Mihemed tê bikar birin.
Peyva mewlûdê ji bo merasimên di vê çarçoveyê de herwiha heman peyv û mewlûdname ji bo berhemên ku di vî warî de hatine nivîsandin tên bikaranîn.
Piştî serdema Xelîfeyan di serdemên dewletên weke Fatimî, Eyûbî, Koleman (Memlûkî) û Osmaniyan de rojbûna Mihemed Pêximber bi merasiman dihat pîrozkirin û bi wêjeyên klasîk ên zimanên weke Kurdî, Erebî, Farisî û Tirkî berhemên pesindan û jiyannameyên pêximber hatin nivîsandin.
Di civaka Kurdên Misulman de gelek berhemên mewlidnameyê hene û xwedî cihekî taybet in.
Yek ji wan berheman Mewlida Bateyî ye ku di sedsala 15an de ji aliyê Mela Hisênê Bateyî (Melayê Batê) ve bi zaravayê Kurmancî hatiye nivîsandin.
Serokatiya Karûbarên Diyanetê îsal di Hefteya Mewlûda Nebî de dê di 26 Îlon-2 Cotmehê de bi mijara "Pêxemberê me, Bawerî û Îstiqamet"ê çalakiyên curbicur li dar bixe.