Mehmet Niyazi Deniz
15 Hezîran 2024•Rojanekirin: 23 Hezîran 2024
Li Kurtalana navçeya Sêrtê tûtirkên ku veberhêner Mehmet Sabît Ceylan wek berhemê alternatîf li eraziyeke biqasî 230 dekarî hat çandin hatin çinîn.
Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya, Waliyê Batmanê Ekrem Canalp û Parlementera Diyarbekirê ya AK Partiyê Suna Kepolu Ataman beşdarî çalakiya çinînê ya ku ji hêla Midûriya Bajêr a Çandinî û Daristanê va li gundê Yunuslarê hat lidarxistin, bûn.
Walî Kizilkaya di axaftina xwe ya vir da got ku bi tûtirkên ku li 230 dekarî hat çandin va piştgiriyeke girîng dan aboriyê.
Kizilkaya got ku "Tûtirk berhemeke biqîmet e ku ji ava fêkiyan bigir heta sektora pastavaniyê, bi taybetî bi halê xwe yê qerisandî dikarin bişînin çar aliyê dinyayê."
Berpirsê fîrmayê û hilberîner Kasim Keremullah Ceylan jî da zanîn ku bi yek parçeyê va xwediyê baxçeya tûtirkan a herî mezin a Tirkiyeyê ne.
Ceylan behs kir ku berî niha li 70 dekarî bi cureyê chesterê û bi ceribandinê dest bi hilberînê kirin û cureyên tûtirkan derxistin 12an û wiha axivî:
"Li gor daneyên TUÎKê yên sala 2023yan bajarê me di hilberîna tûtirkan da bi 318 tonî va li Tirkiyeyê du rêza duyem da ye. Qismeke girîng îxracî welatên rojhilata dûr dikin û piştgiriyeke girîng didin aboriya welêt. 230 dekar qada me ya tûtirkan heye. Bi qada ceribandinê ra 250 dekar e."
Piştî axaftinan Walî Kizilkaya belgeya spasiyê da Ceylan.
Paşê tûtirk hatin çinîn.