20 Mijdar 2016•Rojanekirin: 20 Mijdar 2016
SÎÎRT
Li Şêrwana navçeya Sêrtê xebatên rizgarkirinê yên kana ku hin karker tê da miribûn û hinek jî hê di bin kanê de ne dewam dikin.
Tîmên AFADê, yên Rizgarkirina Medîkal a Neteweyî (UMKE), yên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Vejenê, Hîyva Sor a Tirkiyeyê û cendirme bi mebesta rizgarkirina karkerên ku di bin enqaza kanê da mane, dixebitin.
Bi 100 pispor û 50 makîneyên kar hewla gihîştina karkeran tê dayîn. Malbatên ku zarokên wan di bin kanê de mane, bi hêviya ku zarokên wan sax bên derxistin temaşeyî xebatê dikin.
Bedrettîn Cayli jî li ber devê kanê bendê ye ku xwarziyê wî yê bavê 5 zarokan û yê ku navê wî jî Bedrettîn Cayli (30) ye bê rizgarkirin.
Caylî got ku ew dia dikin ku hemû karker bên xilaskirin û wiha axivî: "Ji şeva pêncşemê vir va em bendê ne. Hêviya me ew e ku ew bên rizgarkirin. Mirov hêviya xwe ji Xwedê nabire."