Haydar Şahin
28 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2019
Li Ovacika navçeya Tunceliyê piştî barîna berfê welatî derketin berfa ser xaniyên xwe paqij kirin.
Berfa li navçeyê barî ji bo welatiyan jî bû tengasî. Qalindahiya berfê gihîşt 15 santêman. Li Kandolar û Pulura taxên navçeyê û gundên dorberê welatiyên ser malên xwe sac nekirine ji bo berfê paqij bikin derketin ser xaniyan berf avêtin. Dema berf dibare welatî rojên zor derbas dikin.
Li Tunceliyê welatî berfa ser xaniyan paqij dikin
Ji bo xanî tep nebin welatî her tim berfa li ser malên xwe paqij dikin, ji bo ava berfa dihele di malên wan da dilop neke jî kevirên gilover ên jê ra dibêjin "lox" li ser xaniyan digerinîn ku axê bitemişîne.
Zeynep Guçluya welatî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dema berf dibare zor û zihmetiyê dikişînin.
Guçluyê got li Ovacikê zivistan 4 mehan dewam dike û wiha pê da çû:
"Dema berf dibare em mecbûr ser xaniyan paqij dikin. Ku wisa nekin berf dihele û malên me dilop dikin, zirar le amûrên me dikeve. Zivistan qasî ku xweş e bi zihmet e jî. Dema berf zêde bibare roja me li ser xanî derbas dibe. Em bêr û berfokan ser xaniyên xwe paqij dikin. Bi saya vê xaniyên xwe ji tepbûnê mihefeze dikin."