Li Sirûca navçeya Rihayê 3 bijîşkên ji Kobanêyê ji bo xizmeta welatiyên xwe yên penaber bikin, ji Kobanêyê hatin Sirûcê û li wir xizmeta penaberên ji Kobanêyê dikin.
Bi qasî 200 hezar kurdên ji Sûriyeyê ji ber pevçûnên di navbera rêxistina terorê DÎŞIyê û hêzên kurd de xwe spartin Tirkiyeyê û hewl didin ku bijîn.
3 bijîşkên bi navê Mehmûd Muslim, Ehmed Temo û Nîhad Hebîb hefteyek berê ji Kobanêyê hatin Sirûca navçeya Rihayê û li vir di wesayîta miayenekirinê ya Şaredariya Mezin a Rihayê de penaberan tedawî dikin.
Bijîşk Muslim ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew di hefteyekê de qasî hezar penaberî miayene dikin û wiha axivî: "Hejmara kesên ku di pevçûnan de birîndar bûne ne diyar e. Em 4 mehan li Kobanêyê xebitîn, lê ji bo ku em xizmeta welatiyên xwe yên ku li xurbetê ne bikin em hatin Tirkiyeyê. Em sê heval bi awayekî dildar dixebitin. Rojê hema hema em 100 kesî miayene dikin."
Bijîşkan daxuyand ku xebatkarên tenduristiyê yên ku dixwazin alîkariyê bikin jî bila piştgiriyê bidin wan.
Penaberan jî spasiya bijîşkan kirin ku ew ji bo wan dixebitin.