07 Nîsan 2016•Rojanekirin: 08 Nîsan 2016
DIYARBAKIR
Malbatên ku li Sûra navçeya Diyarbekirê ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê mecbûr man ku malên xwe biterikînin piştî çendî mehan vegeriyan malên xwe û eşyayên xwe tehliye kirin.
Malbatan serî li Qaymeqamtiya Sûrê dan û di encama serlêdanan de lîste hatin amadekirin û malbatên di lîsteyê de di bin kontrola hêzên ewlehiyê de kom bi kom digihînin kolanên ku malên wan lê ne. Malbatên ji ber teqandina teqemeniyên bidestçêkirî yên ku terorîstan li kolanan bi cî kirin malên wan xisar dîtin bi eşyayên ku dikarin bi xwe re bibin ji herêmê vediqetin, hin malbat jî bi kamyonetan eşyayên xwe dikêşin.
N.Myê ku eşyayên xwe li ser pişta xwe dikêşa û ji herêmê dibir qal kir ku serî li Qaymeqamtiyê dan û piştî 4 mehan hatin malên xwe û eşyayên xwe di bin bergiriyên ewlehiyê de tehliye kirin. N.M diyar kir ku li herêmê xebatên tespîtkirina xisaran berdewam dike.
N.M got ku malên wan di encama êrîşên terorê de xisar dîtine û got ku "Ev nêzî 4 mehan bû ku ez nediçûm malê, cara ewil hatim. Mala me gelekî xisar dîtiye. Sedema wê ew kesên ku êdî di hûndir de ne. Bûye atmosfera pevçûnê, li kolanan bombe bi cî kirine. Di encama teqîna bombeyan de di malan de xisar çêbûye."