06 Nîsan 2016•Rojanekirin: 21 Nîsan 2016
VAN
Sektora tûrîzmê ya ku gelekî di bin bandora bûyerên terorê da ma, li Wanê xweş meşiya û ji qewimînên bûyerên terorê zêde tesîreke nedît.
Li Wanê hejmara tûrîstên ku bajêr ziyaret kirin tenê di meha adarê da bi deh hezaran tê îfadekirin. Digel rewşa neyênî ya herêmê, îraniyên ku xwestin wekî hersal 13 roj betlaneya Newrozê li Tirkiyeyê derbas bikin, ewil hatin Wanê.
Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Bajêr Muzaffer Aktug di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da destnîşan kir ku hejmara tûrîstên xumalî û dereke yên ku îsal hatin bajêr, li gorî salên berê pir hindik kêm bû.
Aktug diyar kir ku adara sala borî 61 hezar jê xumalî 107 hezar tûrîst hatin bajêr, îsal jî ev reqam 59 hezar jê xumalî biqasî 102 hezarî ye û bi taybetî jî di betlaneya Newrozê da gelek îranî hatin bajêr.
Aktug wiha pê da çû:
"Dema ku der heqê bajêr da di rojevê da hin rûdanên neyênî rû dan, wisa dihat gotin ku êdî îranî jî dê neyên. Digel gelek porpaganya neyênî û vegotinên mîna, 'Neçin Wanê, bajarekî ewle nîne' hejmara tûrîstên ku îsal hatin bajarê me ji salên berê ne kêmtir e. Helbet hatina îraniyan a Wanê, seba tûrîzm û aboriyê gelekî girîng e. Bi rastî jî di meha Newrozê da ev hejmar zêde dibe. Seba îraniyên ku tên Wanê dilê wan bête xweşkirin û alvêra daşikandî bikin, bi navê 'Shopping Fest' festîvalek hat lidarxistin. Ev jî gelekî bi kêrî bajarê me hat."
Aktug bal kişand ku serdemeke din a Newrozê jî di paşda ma û wiha dawî li gotinên xwe anî, "Digel ku dihat gotin dê tiştinên nexweş biqewimin, lêbelê pozê îraniyekî jî xwîn nebû."