Suat Öztürk
03 Hezîran 2022•Rojanekirin: 05 Hezîran 2022
Şengul Taşa astengdar di mala xwe da 45 pisîkan xwedî dike û mehaniya xwe jî ji bo wan xerc dike.
Taşa 47 salî ku li Taxa Yildizbaglarê rûdinê 25 sal berê di qezaya trafîkê da birîndar bû û pişta wê şikest.
Ji ber wê qezayê vir va ew astengdar ma lê dev ji jiyanê berneda. Ji zarokatiya xwe ji heywanan hez dikir û di vê pêvajoyê da jî ewilî pisîkeke li kuçeyê dît anî malê û lê xwedî derket.

Paşê derê mala xwe ji hemû pisîkên li taxê ku bêxwedî ne ra vekir û mala xwe jî li gor wan bi rêk û pêk kir û ji 20 salan zêdetir e ku bi wan ra dimîne.
Taş tevlî pisîkên li malê li 35 pisîkên din jî xwedî derdikeve û wan xwedî dike ji bo wan xwarinê datîne derva.
Taşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku rojê wê bi pisîkan ra derbas dibe û wiha domand: "Pisîk mîna ewladên min bin ez ji wan hez dikim. Dema ez bi wan ra eleqedar dibim behna min derdikeve. Ez ji bo wan dijîm."
Di berdewamiya axaftina xwe da Taşê got ku ew piraniya mehaniya xwe ya astengdariyê ji bo xwarina pisîkan xerc dike û heta tiştea neke ber pisîkên xwe dest bi taştê nake.