Necmettin Karaca
23 Sibat 2023•Rojanekirin: 24 Sibat 2023
Dîlan Karakoç a 24 salî û Dogan Yîgrapê 25 salî ku li Gazîentabê rûdiniştin, biryar dabûn ku di 8ê Sibatê da mehra xwe ya fermî bibirin lê ji ber erdhejên Meraşê mexdûr bûn.
Bûk û zavayê bo deweta xwe amadehî dikirin ji ber erdhejê negihîştin mirazê xwe û ew li Ercîşa navçeya Wanê di wargehekê da tevlî malbatên wan hatin bicîkirin.
Mala wan a li bajarê wan di erdhejan da zirar dît û rewşa wan bi raydaran ra hat parvekirin.
Li ser vê Qeymeqam û Cîgirê Şaredarê Ercîşê Nurî Mehmetbeyoglu telîmat da ku bila ji bo mehra bûk û zavê bê birîn miameleyên fermî bên kirin.
Bi telîmata Mehmetbeyoglu va mehra bûk û zavê li Eywana Mehrê ya Şaredariya Ercîşê hat birîn.
Pêwîstiyên bûk û zava jî ji alî şaredariyê va hatin helkirin.
Dogan Yîgrap daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber erdhejê hemû welatî xemgîn in û ji kesên wefat kirin ra dia kir û bo birîndaran jî şîfa hêvî kir.
Yîgrap bi bîr xist ku ew li Ercîşê di wargeheke Wezareta Spor û Ciwaniyê da hatine bicîkirin û wiha domand: "Me ji bo mehrê roj kifş kiribû lê ji ber erdhejê nebû. Em hatin Ercîşê û Qeymeqam û Cîgirê Şaredarê Ercîşê alîkariya me kir û mehra me birî. Em ji hemû kesên di vê mijarê da alîkariya me kirin ra spas dikin."