Haydar Şahin
30 Îlon 2020•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2020
Jinên ji Çukurovayê ji bo tirşê hinaran ê li ser xwarin û saleteyê dikin çêbikin dest bi mesaiyê kirin.
Jinên li Kadîrliya navçeya Osmaniyeyê dijîn bi zibaretî tirşê hinaran çêdikin. Jinên berdestê sibê ji malên xwe derdikevin rê ji bo çêkirina tirşê hinaran kom dibin. Paşê sepetan didin destê xwe diçin baxçeyên hinaran. Jin hinaran kom dikin, feqle dikin û dixin leganan.
Bi daran hinaran dikutin ku hebên wan ji qalikê wan biweşin û paşê di çewalan da dihincirînin.
Ava hinaran parzûn dikin li ser agirê daran di qazanên paxir da hetanî tîr dibe dikelînin û paşê dixin şûşeyan û amade dikin.
Jin qismeke tirşê hinaran ji bo malên xwe vediqetînin û yên din jî difroşin pê tevkariyê didin aboriya mala xwe.
Leyla Tarimciya li Bahadirliya gundê Kadîrliyê dimîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku her sal payîzê bi zibaretî kom dibin û tirşê hinaran çêdikin.
Fatma Turkmenogluyê jî destnîşan kir ku tirşê hinaran bi salete û şorbeyê ra dixwin, tirş şifaye û wiha pê da çû: "Em hinaran kom dikin, feqle dikin û dixin leganan, paşê bi daran hinaran dikutin ku hebên wan ji qalikê wan biweşin û peyra di çewalan da dihincirînin û ava wan derdixin. Ava hinaran li ser agirê daran di qazanên paxir da dikelînin. Bi vî awayî dibe tirş."
Hanîfî Îspîrê Serokê Odeya Zîraetê ya Kadîrliyê jî diyar kir ku tirşê hinaran tevkariyê dide aboriya herêmê. Îspîr got ji ber ku tirşê wan organîk e zêde tê xwarin û ew jî zêde çêdikin û wiha axivî:
"Li herêmê dest bi qetandina hinarên kal û bavan kirin. Bi taybetî li gundên aliyê çiyê darên hinaran li dora zevî û mêrgan tên daçikandin. Hinarên ji wan daran tên qetandin piştî karên bi zihmet dibin tirşê hinaran. Kîloya tirşê hinaran a tebiî bi 30-35 lireyî tê firotin. Hem tevkariyê dide aboriya gundiyên me hem jî li ser sifreyê tehmeke xweş e. Ji 15 kîlo hinaran kîloyek tirş derdikeve. Dendik û qalikên hinaran jî tên hişkkirin û nirxandin."