Türkan Tosun
28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
BURSA
Li Osmangaziya navçeya Bursayê mescideke bi xwe di bodruma xanekê de ye, lê minareya wê li qatê çaran e, balê dikşîne.
Li gor agahiya nuçegîhanê AAyê bi dest xist stargeha ku di qata binî ya xaneke kargehan de bû 30 sal berê wek mescid hat avakirin.
Ji wir pê va ji bo ku bê zanîn li xanê mescidek heye jî çend sal şûnda ji hêla esnafan va li qatê çaran yê xanê minareyek hat çêkirin.
Lutfu Îmamogluyê Miftiyê Osmangaziyê got ji ber ku mescid di nav xanekê da ye li vê mescidê rojê çar wext nimêj tê kirin.
Îmamoglu wiha axivî: "Ev herêm ji ber ku herêma çarşiyê ye, welatiyên me bila sax bin qatekî xana kargehan wek mescid ava kirine. Ji bo bê zanîn ku li xanê mescidek heye jî li jora xanê minareyek hatiye çêkirin. Minare li herêmekê nîşaneya cihê nimêjkirinê ye."
''Welatî dema dengê azanê dibîhîzin derdikevin jorê"
Kadir Kadirê 32 sal e li xanê xwedî xwaringehê ye got ji ber ku nêzîkî wan mizgeft tune sitargeha xanê wek mescid hatiye çêkirin û wiha axivî: "Welatî dema dengê azanê dibihîzin derdikevin jorê, lê em ji wan re dibêjin 'mizgefta me qata binî ye, ji vî aliyê va kerem bikin' û rê nîşanî wan didin. Îmamê me yê fermî heye. Havînê 3, zivistanan jî 4 wext nimêj li vir tê kirin. Havînê ji ber ku esnaf zû dikanên xwe digrin 3 wext nimêj tê kirin."
Esnaf Nurettîn Day jî got mescid 250 metrekare ye û roja înê ji ber ku esnafên li der û dorê jî tê mescid tije dibe.