Haydar Şahin
28 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2017
MALATYA
Meteorolojiyê ji bo Meletî, Elezîz, Tûncelî, Bîngol û Adiyemanê hişyariya bûz û cemedê da.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 13an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li Meletî, Elezîz, Tûncelî, Bîngol û Adiyemanê hewayê hetanî dibê şebeqê ewrsayî derbas bibe. Li herêmê dibe ku bişev û ber destê sibê jî mij bikeve.
Germahiya hewayê ya herêmê ew ê neguhere, carcaran dibe ku ba rabe.
Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji bo mij û cemedê baldar bin, bêyî tevdîr dernekevin rê ku tengasiyê nekişînin.