Önder Beyter
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2017
MUŞ
2 hezar betaniyeyên ku di çarçoveya kampanyaya Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Mûşê hatin berhevkirin, bo Sûriyeyê hatin şandin.
Walî Azîz Yildirim di merasima ku bi minasebeta hinardina alîkariyê li pêşiya qonaxa hikûmetê hat lidarxistin da axivî û diyar kir 2 hezar betaniyeyên ku mamoste, xwendekar û weliyan di nava xwe da berhev kirin bo welatiyên Sûriyeyê diyarî ne.
Yildirim destnîşan kir ji bo ku sûriyeyî li ber sermayê nemînin û zarok necemidin wan xebateke bi vî rengî kir û wiha dewam kir, "Sûriyeyî mêvanên me ne. Madem ew însanên mihacir in, em jî ji wan ra ensariyê, mazûvaniyê dikin. Herwiha çi ji destê me tê, em jî hewl didin ku li gorî derfetên xwe alîkariyê bidin wan."
Yildirim herwiha bal kişand ku li Mûşê qedera hezar û 100 sûriyeyî hene û wiha got:
"Welatiyên me yên mûşî jixwe li sûriyeyiyên li vir xwedî derdikevin, wan birçî û bêstar nahêlin. Xwedê ji hemûyan razî be. Îro dîsa destê xwe dane hev û betaniye berhev kirine û em jî van betaniyan ji bo sûriyeyiyan dişînin. Ez spasiya her kesî dikim."
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê Metîn Îlcî, mamoste û midûrên dibistanan beşdarî merasimê bûn.