İbrahim Atmaca
30 Nîsan 2019•Rojanekirin: 01 Gulan 2019
Li Ovacika navçeya Tunceliyê minminîkên striyan ên ku baskên wan rengrengî û xweşik in, siruştê dixemilînin.
Li navçeya Ovacikê ku bi cureyên gîha û endemîk va dewlemend e, bi hatina biharê ra geş bû.

Li navçeyê li devê çem û li nav zeviyan minminîkên ku navê wan ê zanistî "vanessa cardui" ye, li ser çîçekan datînin û siruştê dixemilînin.
Ev minminîkên ku herî zêde li nîvkureya bakur û li parzemînên Afrîka û Awistralyayê dijîn, li gelek bajarên Tirkiyeyê tên dîtin.
Minminîkên striyan di navbera adar û mijdarê da 3 an jî 4 caran li hev zêde dibin.
Minminîkên Striyan zivistanê bi ba ra koçî welatên germ dikin.
Ev minminîk striyên beyanî dixwin û li ser vê nebatê hêk dikin.