01 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2016
MÛŞ
Tamer Yîgîtê mixtarê berê yê Taxa Dereyê yê ku li Mûşê dijî nêzî 30 salan e wêneyên wesîqeyê yên ku berhev dike li dikana xwe nîşanî gel dide.
Yîgît daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji sala 1998an hetanî sala 2014an li Taxa Dereyê ya ku ji 2 hezar û 600 xaneyî pêk tê mixtarî kiriye. Yîgît got ku 12-13 sal beriya ku bibe mixtar li mala xwe û li taxê çaxa ku wêne didît berhev dikir, çaxa ku bû mixtar jî berhevkirina wêneyan domand.
- Eqrebeyên xwe yên ku nas nakin di wêneyan da dibînin
Yîgît got piştî ku dev ji mixtariyê berda wêneyên ku di 30 salan da berhev kir li atolyeya xwe ya dekorasyonê nîşanî welatiyan dide û welatî jî eleqeyeke mezin nîşanî pêşengeha wî didin.
Yîgît diyar kir ku di koleksiyona wî ya ku bi çend wêneyan dest pê kir da nika ji hezarî zêdetir wêne hene û wiha pê da çû: "Kesên ku 25 û 30 sal berê koçî bajarên din kirine tên li cem min û wêneyên bav, kal, ap û eqrebayên xwe dinihêrin. Bi telefona bêrikê va wêneyên wan dikşînin. Hinek dixwazin wêneyan bibin lê ez naxwazim koleksiyona min xirab be, ez nadim. Hinek wêneyên xwe an jî yên kalikên xwe tînin didin. Ez wefat bikim jî dixwazim zarokên min vê koleksiyonê biparêzin."
- Wêneye kalikê xwe di panoyê de dît
Umît Buyukbayê ku bi salan berê ji Mûşê çûbû Stenbolê jî got ku dema ew hatiye Mûşê Tamer Yîgît wêneyê kalikê xwe yê ku qet nedîtibûye nîşanî wî daye.
Buyukbay got ku dema wî wêneyê kalikê xwe dîtiye hestiyar bûye û wiha axivî: "Ji ber ku xebateke wiha kiriye ez spasiya Tamer Beg dikim. Pir xweş e meriv wêneyên berê bibîne."