Nihat Kavşut
04 Mijdar 2017•Rojanekirin: 08 Mijdar 2017
SÊRT
Veysel Bayirê (42) li Sêrtê berberiyê dike ji bona muşteriyên wî dema li benda dora xwe ne aciz nebin û pirtûkan bixwînin di dikana xwe da pirtûkxaneyek çêkir.
Bayirê 27 sal in li Sêrtê berberiyê dike ji bona bala muşteriyên xwe bikşîne ser pirtûkan û teşwîqî xwendinê bike di dikana xwe da pirtûkxaneyek ava kir û muşterî jî dema li benda dora xwe ne êdî pirtûkan dixwînin.

Veysel Bayir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Muşterî wexta li benda dora xwe ne aciz dibin. Muşterî pirî caran li televizyonê temaşe dikin û loma jî min xwest bira bala xwe bidin ser pirtûkan û min tiştekî wiha da destpêkirin."
Bayir diyar kir di pirtûkxaneyê da pirtûkên dînî, çandî û yên der heqê Sêrtê da hene û got muşterî jî gelek kêfxweş in.
Ji muşteriyan Îbrahîm Hamît Beduk destnîşan kir ev tiştekî gelekî xweş e.
Beduk diyar kir bila ev ji esnafên din ra jî bibe mînak û wiha got: "Bi salan e ez têm dikana Bayir. Berê me tenê li televizyonê temaşe dikir. Lê edî em pirtûkan dixwînin."