Önder Beyter
02 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2019
Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê ya li Ovacika navçeya Tunceliyê bi celeb û cinsên cuda yên biyolojîk va dîmenên newaze li ber ziyaretvanan radixe.
Geliyê Munzurê ku havînê kesk û zivistanê jî spîçîl e û bi vê dîmêna xwe va dibe wekî cineta ser rûyê erdê, sala 1971ê statuya parqa neteweyî wergirt. Ev herêm bi bedewiyên xwe yên xwezayî, çem û rûbar û nebat û celebên gihayên xwe va mirov hejmetkar dihêle.
Li Ovacika navçeya Tunceliyê, Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê ku havînê kesk û zivistanê jî spîçîl e û bi vê dîmêna xwe va dibe wekî cineta ser rûyê erdê, bi bedewiyên xwe yên xwezayî va mirov hejmetkar dihêle. Li parqa neteweyî ku hejmarek zêde ji cins û celebên biyolojîk dihewîne, li gorî qeydan hezar û 518 celebên nebatan lê hene. Li parqa neteweyî cinsên wekî minminîk, kulî, fatfatok û pîrhevok jî balê dikişînin. ( Sidar Can Eren - Anadolu Agency )
Herêma ku ji parqên neteweyî yên herî mezin ên Tirkiyeyê ye, 8 kîlometre ji biniya navenda bajarê Tunceliyê dest pê dike û heya diçe digihêje navçeya Ovacikê. Geliyê Munzurê bi bedewiya xwe ya xwezayî va salê bi hezaran turîstên xumalî û biyanî diezimîne.
Li parqa neteweyî ku hejmarek zêde ji cins û celebên biyolojîk dihewîne, li gorî qeydan hezar û 518 celebên nebatan lê hene. Li parqa neteweyî cinsên wekî minminîk, kulî, fatfatok û pîrhevok jî balê dikişînin.
Ahenga van rihberên ku li parqa neteweyî nexasim di navbera gulan û tebaxê da dixuyên û siruşta rengbireng, dîmen û menzereyên xweşik û sipehî derdixin holê.