Türkan Tosun
02 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2019
Hîndekarê Dibistana Bilind a Pîşeyan a Xizmetên Tenduristiyê ya Zanîngeha Bidlîs Erenê Recep Yetîş li kampusa zanîngehê ji bo kêfê kevokên bi lez dadikevin jêrê xwedî dike.
Yetîş li kampusê qadeke taybet ava kiriye û bi kevokan ra eleqedar dibe.
Hîndekar Yetîş anî ziman kêfa wî ya herî mezin xwedîkirina van kevokan e û wî ew ji Edeneyê anîne.

Yetîş got taybetmendiya van kevokan ew e ku li dinyayê ew cins dikarin bilez bifirin û dakevin jêrê û wiha dewam kir: "Dema min ew anîn ji min ra gotin di hewaya sar da ewê zehmetiyê bikşînin, lê tu pirsgirêk çênebû. Zivistanê li vir di nav 4 mehan da me 30 cûcik mezin kirin. Kevok di 7 deqîqeyan da derdikevin hezar mêtro jorê û di nav 15 saniyeyan da dadikevin jêrê. Ez li ser vê lezûbezbûna çûkan dixebitim. Ez der heqê tesîra avûhewayê ya li ser cûkan da jî lêkolînê dikim."