Abdullah Tel
30 Adar 2018•Rojanekirin: 02 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Hiseyn Şêxoyê Efrînî yê 13 salî li ser Kolana Îstiqlalê bi lêdana elbika mast va rîtim girtibû û bi wan dîmenan hatibû naskirin li ser vê jî TRT Muzîkê baterî diyarî wî kir lê ew dixwaze ku li piyanoyê bixe.
Hiseyîn Şêxo tevlî malbata xwe 6 sal berê ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê welat terikandin û xwe spartin Tirkiyeyê lê li vir jî dayika wan a ku ji şer xilas bû ji ber nexweşiyê wefat kir.
Bavê zarokan Ebdul Şêxo ji bo 3 zarokên wî şeveder nemînin û nekevin kuçe û kolanan zewicî û dêmarî anî û ji wê jî 2 zarokên wî çêbûn û ew niha tevlî 5 zarokên xwe li Tirkiyeyê dijî.
Bav di atolyeyeke tekstîlê da dixebite û Hiseynê biçûk jî bi armanca alî bavê xwe bike li Taksîmê di şûna defê da li elbika mast dixe û dilê esnaf û kesên ji wir derbas dibin xweş dike.
Hiseyînê ku TRT Muzîkê ji ber serfiraziya wî ya di qada muzîkê da bateriyek diyarî kir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Ez pirî caran li Taksîmê ser Kolana Îstiqlalê elbika mast wekî defê bi kart înim û deng jê derdixim. Esnafên li vê derê ji min hez dikin. Heta xwediyê dikana doner her roj firavînê belaş dide min. Wextê ez êvarê diçim malê piçek be jî pere dibim. Em 5 xwişk û bira ne û yê herî mezin jî ez im û divê ez jî alî bavê xwe bikim."
Hiseyîn got ku ew ji muzîkê pir hez dike û wiha dewam kir. Ez dixwazim ku di qada muzîkê da perwerdehiyeke baş bibînim. Ez tevlî bateriyê ji lêxistina piyanoyê jî pir hez dikim. Heta xeyala min a herî mezin jî ew e ku ez li piyanoyê bixim."
Bav Ebdul Şêxo jî diyar kir ku ew ji ber şer reviyan û hatin Stenbolê û dixwaze ku zarokên wî di pêşerojê da zêde zehmetiyan nebînin û bi vê armancê hewl dide.