TÛNCELÎ
Li qezaya ku Pulumura navçeya Tûnceliyê çêbû de 2 kes mirin û 31 kes jî birîndar bûn.
Otobêsa rêwiyan a bi plakaya 23 AC 800 ya ku Ahmet Cîhan diajot li mewqiya Pireya Xanimê ya navçeya Pulumurê bi kamyona plakaya 21 UC 217 a ku Îzzet Demîr diajot ve hev qelibîn. Di qezayê de Mehmet Zekî Avar û Safîye Bahçecî cî bi cî man.
Zekî Demir, Sabahat Erdogan, Mîne Kaya, Dondu Demirtaş, Meryem Çalişkan, Nûrsel Çevîk, Nebahat Avar, Mîne Bîncîl, Seher Kocaer, Şukriye Kaya, Sevîm Altûnkaya, Songul Çelîk, Bîrcan Akça, Fûnda Akgul, Selma Zogul, Emîne Yilmaz, Seher Polat Taşçi, Tellî Artûç, Gulper Aykaş, Ayfer Ozkan, Ozgul Yeşîlçinar, Selvîhan Kuvar, Ayfer Taşbaşi, Çîgdem Akkiiliç, Gullu Gul, Semîha Îşbaşaran, Zahîde Gul, Ayşe Yaşar, Dîlek Çapar, Bîlge Bûdakê ku birîndar bûn bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tûnceliyê.
Ajokarê otobêsê Ahmet Cîhanê ku birînên wî xedar in ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Mengucek a Erzîncanê.
Ajokarê kamyonê Zekî Demir piştî mudaxeleya li Nexweşxaneya Dewletê ya Tûnceliyê bi firokeyê sewqî Elazigê kirin.