Nihat Kavşut
07 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2017
IGDIR
Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê bi sirûşt û tebîeta xwe bala geştiyaran dikşîne.
Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê ya li ser sînorê Îran, Naxçivan û Ermenistanê ye bi tebîet, av û heywanên tê da bala her kesî dikşîne.

Di nav parka li bintara Çiyayê Agiriyê ye çemê Ava Reş heye. Tebîet û sirûşta parkê bala geştiyarên biyanî û xwemalî dikşîne û gelek wênekêş tên serdana parkê û wêneyan digirin.
Mete Turkogluyê Midûrê Karên Avê û Daristanê yê Îdirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir herêm di nav gel da wek "Sazlixa Ava Reş" tê zanîn û bi tebîata xwe gelek dewlemen e û wiha got: "Ava çemê Erez û Ava Reş dikişe herêmê û loma jî ji bo heywanan dereke xweş e. Li derekê av hebe jiyan jî heye. Wek mînak li vir 72 cureyên çivîkan hene."

Turkoglu destnîşan kir li Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê ekosîstemeke berfireh heye.
Coşkun Oluzê li parkê wêneyan dikşîne û tebîethez e destnîşan kir ji bo wênegir û tebîethezan dereke zehf xweş e.