Muhammet Kurşun
13 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
VAN
Deveyên ku ji Sûriyê anîn dê ji bo çalakiyên geştiyariyê û pêşkêşkirina alternatîfên nû li ber tûrîstan bêne xebitandin.
Tûrîstên ku ji bo dîtina mekanên tarîxî û tûrîstîk yên bajarê Wanê tên, dê bi deveyan hem cihê temaşeyê bibînin hem jî bi dilê xwe kêfê bikin.
Ekrem Demîre ku li Wanê deveyan xwedî dike ji peyamnêrê Ajansa Anadoluyê re got ku deve ji Sûriyê anîne Diyarbekirê û wî jî bi mebesta xizmeta tûrîstan ew kirîne.
Demîr wiha axivî: "Ev 12 sal in ez li Wanê deveyan xwedî dikim. Ez hewl didim ku xwedîbûna wan, gulaşa wan û rêberiya wan baş fêr bibim. Min heta niha deveyên gulaşê perwerde dikirin, ezê niha jî deveyên geştiyariyê xwedî bikim. Loma min deve ji Diyarbekirê anîn Wanê. Dê hem aboriya bajarê me geş bibe hem jî alternatîfên nû li ber geştiyaran çêbin."
Demîr behsa giringiya tûrîzmê li Wanê kir û wiha got: "Tûrîstên me dê li Giravê Axdamarê, Qeleya Wanê û Behra Wanê têra xwe bigerin û piştre jî bi deveyan baş kêfê bikin. Madem îmkanên wisa baş li ber destê me hene divê em binirxînin. Di vê mijarê de me ji berpirsan jî xwestiye ku cih bidine me."