Penaberên Sûriyeyê yên ku di kampên li Tirkiyeyê da dimînin, ji welatê xwe dûr dikevin sala nû.
Ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe nêzî 224 hezar penaberên ji Sûriyeyê xwe sipartin Tirkiyeyê û li bajarên wek Riha, Entab, Hatay, Kîlis, Mêrdîn, Meraş, Osmaniye, Semsûr, Edene û Meletiyê di kampan da dimînin.
Li kampa li Aşkaleya navçeya Rihayê nêzî 30 hezar penaber dimînin hêviya penaber ji sala nû ew e ku vegerên welatê xwe.
Penaberê ji Sûriyeyê Evdirezaq Qadî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Em dixwazin di sala nû da bi silametî vegerin welatê xwe. Di sala nû da hêvî û diaya me ji Xwedê ew e ku welatê me ji zaliman xilas bibe."
Evdila Abit jî destnîşan kir ku nêzî 4 salan e li Tirkiyeyê ye û got ku piştî şerê li Sûriyeyê welatên ereban alîkariya me nekirin, lê Tirkiyeyê alîkariya me kir û wiha dewam kir: "Jixwe derdê Tirkiyeyê zehf e, ser da jî em bûn bar. Înşelah em di sala nû da vegerin welatê xwe û em sipasiya Tirkiyeyê dikin."
Sûriyeyiyên li Kîlisê jî xemgîn dikevin sala nû. Penaberên ku li Oncupinara Kîlisê dimînin ditirsin ku şer mezin bibe û dewam bike.
Yasîn Feyzoyê ji Sûriyeyê destnîşan kir ku xeyala me ew e ku şer biqede û em vegerin welatê xwe.
Hînt Vahhut jî diyar kir ku 4 sal berê hatin Tirkiyeyê û Tirkiye hewl dide ku pêwistiyên penaberan çareser bike.