Jiyan

Piraniya Qamûşgeha Dîlkayayê ya li Wanê cemed girt

Ali Çelik  | 20.01.2025 - Rojanekırın : 20.01.2025
Piraniya Qamûşgeha Dîlkayayê ya li Wanê cemed girt Piraniya Qamûşgeha Dîlkayayê ya li Wanê cemed girt

Van

Li Edremîta navçeya Wanê, piraniya rûyê Qamûşgeha Dîlkayayê cemed girt.

Li bajêr piştî ketina berfê serma çêbû û sermayê tengasî da kişandin.

Li bajêr germa hewayê bişev 10 pile ket binê sifirê û piraniya rûyê Qamûşgeha Dîlkayayê ya li navçeya Edremîtê cemed girt.

Qamûşgeh li herêmê ji qadên avî yên girîng yek e û mazûvaniya gelek cureyên teyr û tilûran dike.

Dîmena qamûşgeha ku rûyê wê cemed girt, ji hewa va hat kişandin.

Ji welatiyan Tuna Çakir diyar kir ku qamûşgeh seba teyr û tilûrên koçber, cihekî girîng e.

Çakir wiha axivî, "Rûyê qamûşgehê nêzî 5-6 santêman cemed girtiye. Piştî meşê me wêneya menzereya bêhemta kişand."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.