Fatih Gazioğlu
19 Nîsan 2019•Rojanekirin: 21 Nîsan 2019
Li Koselara gundê Ovacika navçeya Tunceliyê bi hatine biharê berfîn û nergîzan kulîlk vedan.
Gundê Koselerê ji navçeya Ovacikê 5 kîlometre dûr e, li bintara Çiyayê Munzurê ye. Zivistanên herêmê zor û zehmet derbas dibin. Li herêmê ciyên bilind qalindahiya berfê hin caran dertê 3 mêtroyê.

Li biharê heman herêm bi hêşinahî û xweşikiyên siruştî balê dikşîne.
Piştî berf heliya li herêmê berfîn û nergîzan kulîlk vedan.

Ji welatiyan Gultaze Dînlergulerê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku îsal her sal biharê gelek meriv gundê wan ziyaret dikin û wiha axivî:
"Merivên herêma ziyaret dikin van deran gelekî diecebînin. Biharê gundê me kulîlk vedibin û tav xweş derdikeve. Gundê me dikeve aliyê başûr. Ji ber vê yekê ciyekî germ e û bihar li gor ciyên din zûtir tê vê derê. Li gelek ciyên din hê zivistane dewam dike, lê li gundê me bihar e."