BALIKESÎR
Di Mîhrîcana Huner û Çanda Orenê ya 24. de "Pêşbaziya Pitikan" hat lidarxistin û 28 pitik beşdarî vê pêşbaziyê bûn.
Pêşbaziya ku li taxa Orenê ji du beşan pêk hat. Yek girgirok û yek jî çarlepik bû. Welatiyan jî eleqeyek mezin nîşanî vê pêşbaziyê dan û çend saet berê hatin cihê ku wê pêşbazî lê bê kirin.
Pitikên 11-12 mehî beşdarî pêşbaziyê bûn. Pitika ku herî zû û ewil gihişt cem dayika xwe, xelat girt.
Di pêşbaziyê bi çarlepikî de hin zarok li pey pêlîstokên ku dayika wan dirêjî wan dikir çûn lê hin pitikan qet eleqa xwe bi pêlîstokan nekirin û berê xwe dan aliyekî din.
Di pêşbirka girgirokê de jî pitikên 12-14 û 14-16 mehî beşdarî pêşbaziyê bûn. Di vê pêşbaziyê de Ceylin Ozturk bû yekemîn û cêwiya wê Ceyhan Ozturk jî bû duyemîn.
Pitikên ku serfirazî bi dest xistin xelatên wekî dergûş, hewza plastîk û hêlekan wergirtin.