11 Adar 2017•Rojanekirin: 15 Adar 2017
MARDÎN
Li Mêrdînê xanimên rayedarên di saziyên kamuyê da dixebitin, li gund û taxan digerin û pirsgirêkên jinan guhdarî dikin.
Gulseren Yamana xanima Mustafa Yamanê bi destê Wezareta Karên Navweyî bi biryarnameya di hikmê qanûnê da wek Şaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê hat wezîfedarkirin, tevî xanimên rayedarên saziyên kamuyê alîkariya jinan dikin.
Xanimên rayedaran wek "qasidên dilan" ên Mêrdînê tên pênasekirin.
Gulseren Yamanê destnîşan kir ev wezîfeyeke fermî nîne û got bi vî awayî jin baştir dikarin hev guhdarî bikin û bipirsin.
Mehtap Bîngula Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji bo jin di warê aborî, civakî, tenduristî û çandê da pêş bikevin em dixebitin.
Bîngulê diyar kir tevî xanimên rayedarên saziyên kamuyê li gund û taxan digerin û pirsgirêkên jinan guhdarî dikin.
Ji welatiyan Mence Erika (77) bi tirkî nizane û bi kurdî xeberda, destnîşan kir xanimên rayedarên kamuyê li me dipirsin û got ku Xwedê ji wan razî be.
Şehnaz Eliya ji Sûriyeyê jî diyar kir Tirkiye welatekî xweş e û got ku ji xeynî rayedaran xanimên wan jî li me dipirsin û dibin alîkar.