ZONGULDAK
Li gorî lêkolîna nûçegîhanê AAyê di qezayên betlaneya cejnê qewimîn de 42 kes mirin, 273 kes jî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyên cuda hatin dermankirin.
Di roja ewil a cejnê de, di qezayên trafîqê de 9 kes mirin, 94 kes birîndar bûn, di roja duyem de 17 kes mirin, 93 kes birîndar bûn, di roja dawî de jî 16 kes mirin, 86 kes birîndar bûn. Birindar li nexweşxaneyên cuda hatin dermankirin.
Li navçeya Yenîkoya Yozgatê di roja ewil a cejnê de qeza qewimî û di qezayê de 2 jê pitik 4 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya bozuyuka Bilecîkê otobusa rêviyan gindirî şarampolê, di qezayê de 27 kes birîndar bûn.
Li navçeya Urlaya girêdayê Îzmîrê di 9ê tebaxê de du wesaît li hev qelibîn, di qezayê de 5 kes mirin, 7 kes jî birîndar bûn.
Li Darendeya Malatyayê wesayitek li dîreka ceyranê qelibî, di qezayê de 10 kes birîndar bûn.
Di qezaya 9ê tebaxê li ser rêbeja Korkutelî-Elmaliya Antalyayê qewimî de sê wesaît li hev qelibîn, di encama qezayê de 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.